Li Meraşê di malekî de şewat derket 3 zarokên bira canê xwe ji dest dan
Li navçeya Bazarcix a ser bi Meraş a Bakurê Kurdistanê di avahiyekî 3 tebeq de şewat derket û 3 zarokên bi eslê xwe Sûrî û dayîka wan ew li mal hiştibûn ji ber dûkela zêde jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Ehmed Bozdag a Bazarcix a ser bi Meraşê di avahiyekî 3 tebeq de li tebeq yekem şewat derket û jina bi navê F.Z.E ya 22 salî û eslê xwe xelkê Sûriyê ye 3 zarokên xwe yên bi navên Mihemed Rîda, Ebdulnasir û Talip Şakir li malê dihêle û diçe navendekî tenduristiyê. Piştî demekî kurt şewat derdikeve û cîranên wan tîmên agirkuj agahdar dikin. Tîmên agirkuj demekî kurt de şewat temirandin, lê piştî lêkolîn û lêgerîna li malê hat dîtin ku hersê bira li ser heşên xwe nînin û ew rakirin nexwaşxaneyê. Lê li gel hemû hewldanan jî nehatin rizgar kirin û ji ber jehrî bûna ji dûkelê jiyana xwe ji dest dan.
