• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşdî Şeibî gef li Amerîkayê kirin!

Heşdî Şeibî gef li Amerîkayê kirin!
Milîsên Heşdî Şeibî gef li Amerîkayê û hêzên wî welatî kirin û ragehand, ku dê li hember wan bê deng nebin.

Cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendis di tomareke videoyî de ragehand, çekdarên wan parçeyên wan mûşekan komkirine ku li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de li ser axa Sûriyê hatine bombebaran kirin.

Ebu Mehdî Muhendis ragehand, ew parçeyane îspat dikin ku bombebaran ji aliyê balefirên şer ên Amerîkayê ve pêkhatiye û milîsên Heşdî Şeibî jî dê li hember wê êrîşa Amerîkayê bêdeng nemînin.

Basnews
Top