• Tuesday, 17 February 2026
logo

HDPê 67 kursiyên parlamentoya Tirkiyê misoger kir

HDPê 67 kursiyên parlamentoya Tirkiyê misoger kir
Di hilbijartinên Tirkiyê de AKPê nekarî piraniya dengan bi dest bîne lê dîsa bû yekem. HDP jî karî 67 kursiyên parlamentoyê misoger bike.

Hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê duhî bi hev re hatin kirin. Di hilbijartinên serokomariyê de Erdogan li hember hevrikên xwe bi ser ket û bû serokomarê Tirkiyê.

Di hilbijartinên îsal yên Tirkiyê de, 8 partî beşdar bibûn. Nav, rêjeya dengên û hejmara kursiyên wan wiha ne:

AKP: %42.50 – 293 kursî

CHP: %22.68 – 146 kursî

HDP: %11.63 – 67 kursî

MHP: %11.13 – 50 kursî

ÎYÎ Partî: %10.01 – 44 kursî

Partiya Saadet: %1.35 – 0 kursî

HUDA-PAR: %0.32 – 0 kursî

Partiya VATAN: %0.24 – 0 kursî

Basnews
Top