• Thursday, 26 February 2026
logo

HDP: Hikûmeta Tirkiyê ya niha nikare welat birêve bibe

Gulan Media December 3, 2021 Nûçe
HDP: Hikûmeta Tirkiyê ya niha nikare welat birêve bibe

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay rexne li desthilatdariya AK Partiyê girt û ragihand ku hikûmeta Tirkiyê ya niha nikare welat birêve bibe.

Berdevka HDPê Ebru Gunay di konferanseke rojnamevaniyê de behsa rewşa xirab a aboriya Tirkiyê kir û ragihand ku hikûmeta Tirkiyê ya niha nikare welat birêve bibe û hewil dide krîza aboriyê bixe stûyê wezîrê darayi.

Ebru Gunay diyar kir ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê niha karê herî pêwîst encamdana hilbijartinên pêşwext e, û got: “Ji ber vê rewşa xirab a li Tirkyê divê hikûmeta Tirkiyê bi giştî dest ji kar berde.”

Gunay dibêje: “Karê herî baş ê ku ev hikûmet bike ew e ku beriya rewşa vî welatî xirabtir bibe, dest ji kar bikşîne. Niha pêwîstiya herî sereke ya xelkê Tirkiyê hilbijartinên pêşwext in. Êdî qet sebra xelkê jî nema ye. Divê guh bidin dengê xelkê, lê ew rûyê wan tine ye ku biçin nava xelkê. Sîstema serokomariyê ya balkêş ku di sala 2018an de hat bicîhkirin, bi giştpirsiyeke bi guman re li serê me hemûyan bûye bela. Wê demê ku nirxê her dolarekê li hemberî lîre 4.70 bû, niha di navbera 13 û 14 lîreyan de diçe û tê. Wê demê ku hejmara bêkaran 3.5 milyon bû, niha 10 milyon kes derbas kiriye. Wê demê ku rêjeya hejariyê 1700 lîre bû, niha bûye 3 hezar û 93 lîre.”

Berdevka HDPê herwiha got: “Niha li Tirkiyê demokrasî ketiye ber lingan û êdî ti kesek ji dadperweriya qesrê bawer nake. Em navê vê yekê bibêjin. Hûn nikarin vî welatî birêve bibin. Li şûna wê rabin kareke bi rûmet bikin û dest ji kar bikşînin.”

 

Rudaw

Top