• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Deryaya Naverast koçber ji belemê ketin: 2 kes winda ne

Gulan Media December 3, 2021 Nûçe
Li Deryaya Naverast koçber ji belemê ketin: 2 kes winda ne

Li navçeya Manavgat a parêzgeha Antalya ya Tirkiyê, li nav Deryaya Naverast 15 koçberên Sûrî ji belemê ketin û 2 jê wenda ne.

Li navçeya Manavgat li taxa Kizilot, welatiyên dîtin hinek kes bi avjeniyê hatin peravên Deryaya Naverast. Welatiyan derbarê bûyerê de tîmên tendirustiyê agahdar kirin.

Tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê û 13 kes dîtin ku koçberên Sûrî bûn. 3 koçber bo Nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê hatin veguhestin.

Li ser agahiyên koçberan ji bo dîtina 2 koçberên wendayî di nav Deryaya Naverast de xebat hat destpêkirin.

Şahithalê bûyerê Huseyin Keçer got, “Ez û hevjîna xwe li balkonê rûniştibûn. Me dît 3 Sûrî hatin û navnîşana vêderê pirs kirin. Me got hûn çima dipirsin, gotin `em li tîmên tendirustiyê geriyan, em ketin deryayê`. Min navnîşan da wan. Min got hûn çawa ketin deryayê. Tirkiya wan ne baş bû. Gotin, `hevalên me ji belemê ketin. Çek dan serê me û me ji belemê avêtin. Kesê cilê wî şil bûn got, `birayê min û hevalekî min wenda bû.”

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

 

Rudaw

Top