Barzanî û Votel rewaş siyasî û leşkerî ya herêmî dinirxînin
Di civîne de, rewşa emnî û siyasî ya herêmî û Îraqê gotûbêj kir û behsa qonaxa piştî hilbijaertinên parlamentoya Îraqê û xebatên ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û rola aliyên Kurdistanê di wê hikûmetê de kir.
Her du aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya hevahengiya di warê leşkerî de di navbera hêzên Hevpeymanan, arteşa Îraq û pêşmergeyê Kurdistanê de kir û bi tyabetî jinavbirina paşmayên DAÎŞê û binbirkirina tevgerên vê dawiyê yên çekdarên DAÎŞê li deverê de. Hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û pêşmergeyê Kurdistanê de heye bilind hat nirxandin û berdewamiya alîkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyê Kurdistanê bi pêwîstî hat zanîn.
Di civînê de behsa pêşhateyên rewşa Suriyê hat kirin û tekîd liser wê yekê hat kirin ku rêya êkane ji bona çareserkirian pirsa Suriyê, çareseriya siyasî ye bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên wî welatî parastî bin.
Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê pêşmege bi wekalet û her du fermandarên pêşmerge Şêx Cafer û necat Elî amade bûn.
