• Tuesday, 17 February 2026
logo

HDP li 11 bajaran û AK Partî li 62 bajaran bûne partiya yekem

HDP li 11 bajaran û AK Partî li 62 bajaran bûne partiya yekem
Di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Tirkiyê de, HDPê li 11 parêzgehan yekem bûye û AK Partî jî li 62 parêzgehan dengê yekem bi dest aniye.

Hilbijartinên serokatî û parlemanî yên Tirkiyê îro Yekşemî 24ê Hezîrana 2018 hatin lidarxistin.

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, AK Partiyê bi %42.42 zêdetirîn rêjeya dengan bi dest xistiye û CHPê jî bi bidestxistina %22.75ê dengan di rêzbenda duyem de cih girtiye.

Herwiha HDPê jî di hilbijartinên vê carê de karî benda %10 a hilbijartinan derbas bike û têkeve parlamentoyê.

Li gorî encamên destpêkê, HDPê %11.38ê dengan bi dest xistiye û 66 kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye.

Her li gorî wan amarên destpêkê yên nefermî, ji 81 parêzgehên Tirkiyê, AK Partî li 62 parêzgehan dengê herî zêde bi dest aniye û partiya yekemîn bûye.

Herwiha HDP li 11 parêzgehan, ku bi tevahî parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne, partiya yekem bûye û piraniya kursiyan Misoger kiriye.

Partiya Gel a Komarî (CHP) jî li 8 parêzgehên Tirkiyê, ku dikevne rojavayê Tirkiyê û bakurê rojavayê Tirkiyê û li ser deryaya Egeyê, piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye û li wan parêzgehan bûye yekemîn.

Roja Yekşemî 24ê Hezîranê serê saet 17:00an deriyên sindoqên dengdanê li seranserê Tirkiyê hatin girtin û bi fermî dengdan bi dawî hat.

Piştî bi dawî hatina dengdanê li Tirkiyê, proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

Proseya dengdanê li seranserê Tirkiyê bo her du hilbijartinên serokomarî û parlamentoya wî welatî, îro saet 08:00ê sibehî dest pê kiribû.

Li gorî Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê, ji nifûsa 80 milyon 810 hezar û 525 kesî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 59 milyon 391 hezar û 328 kesan mafê dengdanê hebû.

Ji wê rêjeya dengderan, 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê û 56 Milyon û 342 hezar û 263 li navxweyê Tirkiyê xwediyê mafê dengdanê bûn.

Herwiha di hilbijartinên vê carê, dê milyonek û 650 hezar 171 kes bo cara yekem deng bidin

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 180 hezar û 896 sindoqên dengdanê hatibûn danîn.

Rudaw
Top