• Saturday, 31 January 2026
logo

Erselan Hewramî bi soranî dibêje

Gulan Media October 6, 2016 Hunerî
Erselan Hewramî bi soranî dibêje
Stranbêj Erselan Hewramî amadekariya du berhemên nû dike û niha jî mijûlê çêkirina klîban e.

Derbarê berhemên xwe yên nû de Erselan Hewramî ji Rûdawê re got; “Berhemek bi hewramî û yek jî bi soranî ye. Stranên folklorî ne lê rîtmên wan bi lez in.”

Hewramî daxuaynd ku mûzîka herdu stranan jî ji aliyê Hêmin Husên ve hatiye amadekirin.

Hunermend Hewramî diyar kir ku hevalên wî gelek giliyan lê dikin ku stranên soranî nabêje lewma biryar daye stranekî soranî bêje.

Di bahara 2016ê de Erselan Hewramî yekemîn albûma xwe ya bi navê “Geştek bo Hewraman” belav kiribû.

Rudaw
Top