Wezîrê Derve yê Amerîka: Înşala em ti carî neçar nemînin hêzê li dijî Îranê bikar bînin
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji televîzyona NBC re gotiye, bila Îran li dû wê nebe çekên etomî çêbike ji ber ku eger karekî wisa bike dê rastî xezeba hemû cîhanê were.
Mike Pompeo her wiha gotiye, eger Îran li dû çekên etomî nebe rêkeftina etomî gelek sûdên wê hene.
Wezîrê Derve yê Amerîka daye xuyakirin ku ew hêvîdar in Amerîka ti carî neçar nemîne hêzê li dijî Îranê bikar bîne.
Basnews
