Kiliçdaroglu bang li karmendên dengdanê kir: Di bin zexta ti kesî de nemînin
Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê dengê xwe da û piştre daxuyanî da rojnamevanan û got: “Li navenda giştî hevalên min dixebitin, li cihên cuda cuda yên bajaran hevalên me yên parlementer ên ku hatine erkdarkirin hene, li tevahiya Tirkiyê niha pirsgirêkeke pir cidî me nedîtiye, lê li hinek navçeyan hin gazinên cidî hene, hevalên me yên parlementer ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin hewl didin.”
Kiliçdaroglu ji bo silametiya hilbijartinan bang li wezîfedarên hilbijartinê kir û got: “Ez bi awayekî eşkere bangewazî li hemû karmendan dikim ku ji kerema xwe ji bîr nekin ku hûn karmendên dewletê ne, vê yekê ti car ji bîr nekin, hûn ne karmendên hikûmetekê, yan jî partiyeke siyasî ne, hûn mecbûr in ku ji bo siberojeke zelal a vê dewletê bixebitin, di bin zexta ti kesî de nemînin, bi taybetî jî li başûrê rojhilatê Tirkiyê gelek gazind têne kirin, ji ber vê yekê ez dixwazim bala hemû karmendan bikşînim ser wê yekê û bînim bîra wan ku ew karmendên dewletê ne û di vê çarçoveyê de jî li Tirkiyê hilbijartin têne kirin, ji bo ku ev hilbijartin bi awayekî demokratîk bêne birêvebirin, pêwîst e ti kes sîberek nexe ser, eger sîberek bixin ser, ev dê bibe derbeyek li hilbijartinan.”
Îro 24ê Hezîranê di saet 08:00ê de proseya dengdana hilbijartinên Parlemento û Serokomariya Tirkiyê dest pê kir û heta 17:00ê berdewam e.
Rudaw
