• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêveberek Iraqê: Bi piştevaniya Amerîkayê ve DAIŞ dê çend bajarên Iraqê dagir bike!

Rêveberek Iraqê: Bi piştevaniya Amerîkayê ve DAIŞ dê çend bajarên Iraqê dagir bike!
Rêveberê Iraqê Baqir Cebir Zubeydî, Amerîka tewanbar kir ku siyaseta xwe ya dijatiya DAIŞê guhertiye û piştevaniyê lê dike û rê dide çend bajarên Iraqê ji aliyê wê rêxistina terorîst ve bên dagir kirin.

Yek ji rêveberên pêkhateya şîeyên Iraqê Baqir Cebir Zubeydî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, berjewendiyên Amerîka, Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê bûne sedemên kom kirina grubên terorîstî li parêzgehên Idlib û Cerablûsê.

Herwaha got, rêveberiya berê ya Amerîkayê bi serokatiya Barack Obama de kar li ser ava kirina rêxistina terorîst a DAIŞê kir. Lê îdareya naha ya bi serokatiya Donald Trump de ew pêngav ragirt û li hember wê piştevaniya PKKê û PYDê ku ew jî baskeke PKKê yê li rojavayê Kurdistanê ye li Sûriyê.

Herwaha got, ava bûna nakokiyan di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de li Sûriyê, bû sedem ku îdareya Donald Trump paşde gav bavêje ji dijatiya DAIŞê û Eniya Nusra ya baskeke rêxistina terorîst a El Qaîdê li Sûriyê.

Baqir Cebir Zubeydî hebûna çekdarên DAIŞê, Eniya Nusra û grubên opozîsyonê li başûrê Sûriyê li gor plana Amerîka û Îsraîlê bo vejîn kirina wan grubên terorîstî ye û got: ‘’2500 birîndarên DAIŞê li nexwaşxaneyên Îsraîlê hatine derman kirin.’’

Herwaha daxwaz ji berpirsên payebilind ên Iraqê kir ku li ser planên Amerîkayê û Îsraîlê bifikirin û rêgiriyê li serî rakirina DAIŞê bigrin, ku nîşaneya wê jî li Mûsil, Samerra, Enbar û derdora Bexda derketine.

Basnews
Top