• Thursday, 26 February 2026
logo

Pisporekî ewlehiyê: DAIŞê çend herêmên parêzgehên Iraqê kontrol kiriye

Gulan Media November 30, 2021 Nûçe
Pisporekî ewlehiyê: DAIŞê çend herêmên parêzgehên Iraqê kontrol kiriye

Pisporekî ewlehiyê yê Iraqê dibêje çekdarên rêxistina terorîstên  DAIŞê çend herêmên parêzgehên Iraqê kontrol kirine û xistiye destê xwe.

 Pisporê ewlehiyê Sefa Esem, di hevpeyvînekê de ji bo BasNewsê aşkere kiriye çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê bacê ji xelk û gundên dûrî bajaran distînin û bi kêfa xwe hatûçûnê dikin.

Herwiha Sefa Esem di wê baweriyê da ye DAIŞê çend herêmên parêzgehên Selahdîn, Diyale û çend parêzgehên din kontrol kiriye.

Herweke ku wî pisporê ewlehiyê gotiye jinavbirina DAIŞê bi taybet li dorûbera deryaçeya Hemrîn li parêzgeha Diyale pêwîstî bi hevkarîya îstîxbaratî ya Amerîkayê û hemahengiya eşîrên li herêmê heye.

 

Basnews

Top