• Thursday, 26 February 2026
logo

DAIŞê îşev jî êrîşî Pêşmerge kir

Gulan Media November 30, 2021 Nûçe
DAIŞê îşev jî êrîşî Pêşmerge kir

Çekdarên DAIŞê li qezaya Kifrî êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir û Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û Pêşmergeyek şehîd bûye û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, êrîş li nêzîkî bendava Baweşasiwar li bakurê bajarokê Kifrî rû daye.

Peyamnêrê me got jî, Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û li gor zanyariyên destpêkê şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.

Got jî Pêşmerge bi rêya kamereyên çavdêriyê ji tevgerên çekdarên DAIŞê li deverê agahdar bûn û amadekariyên pêwîst girtibûn.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de piştrast kir, çekdarên DAIŞê îşev êrîşî ser Fewca 2 a Lîwaya 9 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge kir û di encama berevaniyeke bêwêne de, Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din birîndar bûn.

Diyar kir jî, hêzên Pêşmerge êrîşa teroristan pûç kir û niha jî hêzên Pêşmerge li ser lêgerîn û dûçûna terorîstan berdewam in

 

K24

Top