Selahedîn Demîrtaş di zindanê de dengê xwe da
Demîrtaş li ser Twitterê, wêneyekî xwe li gel perlemanterê zindankirî yê HDP Ebdella Zeydan belav kir û nivîdand: Me jî deng da û em bihêvî ne hilbijartin biaramî biqedin û di berjewendiya demokratiyê de bin û em di wê baweriyê de ne, ku encam wê gellekî baş bin.
Îro jî Başak Demîrtaş hevjîna Selahedîn Demîrtaş, li bajarê Diyarbekirê dengê xwe da û ji welatiyan xwest ku herin ser sindoqan û beşdariyê di hilbijartinan de bikin.
Başak Demîrtaş piştî dengdanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Bi lez herin navendên dengdanê û deng bidin Demîrtaş û azadiyê”.
Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destpê kir û heya demjimêr 5ê êvarî wê berdewam be.
Waar.tv
