• Tuesday, 17 February 2026
logo

Daxuyaniya PDKÎ li ser şerê şeva borî yê Pîranşarê

Daxuyaniya PDKÎ li ser şerê şeva borî yê Pîranşarê
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser şerê şeva borî yê Pîranşarê daxuyaniyek da.

Şeva borî li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilat û li devera Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pasdarên Îranê û komek çekdar de şer derketibû.

Li ser wî şerî, PDKÎ daxuyaniyek da û ragihand, komek pêşmergeyên wan ku mijûlî karên xwe bûn rastî êrişa pasdaran tên ji ber wê jî şer derdikeve.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wî şerî de “gelek” pasdar hatine kuştin û birîndar bûne, lê pêşmergeyek bi navê Saman Şêweselî jî şehîd bûye.

Çavkaniyên nêzîkî pasdaran dabûn zanîn ku di wî şerî de “tenê” pasdarek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Basnews
Top