Gorran derbarê metirseyeke mezin li ser Kerkûkê de hişyarî da!
Berpirsê binkeya Tevgera Gorran li Kerkûkê Mihemed Nesredîn ji BasNewsê re ragehand, rêxistina terorîstên DAIŞê li derdora bajarê Kerkûkê di tevgerê de ne û xelkê navçeyê jî çekdarên DAIŞê dîtine, lê ‘’heta naha di nava bajarê Kerkûkê de ti çekdarek wê rêxistina terorîst nehatine dîtin û pêgeha wan di bajar de tine.’’
Herwaha got: ‘’Tevgera naha ya DAIŞê zengila metirsiyê ye bo rewşa ewlehiya Kerkûkê, lê pêwîste em karekê bikin bo parastina bajar. Êdî bi hemahengî yan jî bi çavdêriya Amerîkayê ve careke din pêwîste hêzên Pêşmerge vegere bajarê Kerkûkê.’’
Navborî got, ji ber milmilaneya aliyên Kurdistanê kes nikare guftûgoyê derbarê vekêşînê de bike, ‘’em nefikirine ku Kerkûk di bin metirsiyê de ye û pêwîste em dest ji nakokiyan berdin, ku em li ser rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê bifikirin.’’
Mihemed Nesredîn got, vegera hêzên Pêşmerge bo nav bajarê Kerkûkê, ‘’Karek başe.’’ Ji ber hemû ‘’Pêkhate dizanin Pêşmerge bê cudayî parastinê li hemwelatiyên Kerkûkê kiriye. Lê naha hemû rikberiyên ku heyî ji ber helbijartinê jî pir bihêz bûne. Tişta ku metirsiyê ava dike ew e ku em vê pirsa giring jibîr dikin. Dema dereng bû û em nû de li ser bifikirin jî emê zererên mezin bibînin.’’
Basnews
