Hêzên Pêşmerge li Kuleco operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîn
Hêzên Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyanê operasyonek bo paqijkirina deverê ji terorîstên DAIŞê pêk anîn.
Wezareta Pêşmerge ragehandiye, îro danê sibê hêzên Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyanê, heman cihê ku pêr bi şev 5 pêşmerge şehîd bûn, operasyonek bo paqijkirina deverê ji terorîstên DAIŞê pêk anîn.
Wezaretê daye zanîn, operasyona han bi beşdarbûna lîwayên 3 û 5 û tabûra taybet yên Pêşmerge pêk hat û demjimêr 11.00 xilas bû.
Şeva 27 vê mehê, terorîstên DAIŞê li Kuleco êrişî hêzên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî tund derket. Di wî şerî de 4 pêşmerge birîndar bûn. 5 pêşmerge jî ku bo hewara wan diçûn, ji ber teqîna otomobîla xwe şehîd bûn.
Basnews
