• Thursday, 26 February 2026
logo

Rêxistinek: PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê de zarokên revandî perwerde dike

Gulan Media November 29, 2021 Nûçe
Rêxistinek: PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê de zarokên revandî perwerde dike

Rêxistina Mafên Mirovan li rojavayê Kurdistanê radigehîne, PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê û Sipaha Pasdarên Îranê de zarokên revandiye perwerde dike.

PKK, ji bo berdewam kirina şerê xwe, berdewam bi rêya rêxistina Ciwanên Şoreşger ve zarokên Rojavayê Kurdistanê direvîne û piştî perwerde kirin û waneyên îdeolojîk ên taybet wê partiyê ve, wan dişîne Qendîl û eniyên din ên şerê PKKê bi wan tên kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekî ragehand: Çekdarên ser bi îdareya xwerêveberiya PYDê, ku baskê siyasî yê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, bi hemahengiya li gel Ciwanên Şoreşger zarokên kurd direvînin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragehand: PKK li leşkerîgehên Rejîma Sûriyê û Sipaha Pasdarên Îranê de perwerde û waneyên îdeolojîk û fikrî ji wan zarokên revandî re dide û wan biçek dike.

Li gor heman rêxistinê, PKK di demekî kêm a borî de 9 zarok li bajarên Qamişlo, Amûdê û Helebê revandine.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan kir, hemahengi di navbera yek de bikin, bo bihevguhertina zanyarî û bihevguhertina rastiyan li temamê navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ku hemû ew kesên li pişt tewanan in şermezar û riswa bikin û hewl bê dayîn sînorek ji bo wan bê danîn.

Revandin û çekdar kirina zarokan ji aliyê PKK, partî û rêxistinên wê ve, diyardeyekî aşkera ye û ji berê de heta naha berdewam dikin. Ji ber wê jî nerazîbûnên zêde nav çalakvan û çavdêrên kurd de çêbûye.

Encûmena Niştimaniya Kurd – Sûriye (ENKS) jî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê wek berpirs ji revandina zarokan ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve pênase dike û daxwaz ji rêxistinên pêwendîdar dike kar bo vegerandina dehan zarokên revandî bikin.

 

K24

Top