Wezîrê yûnanî gef li Tirkiyê xwar: Bersiva me dê mezin be!
Li bajarê Larnaka ya Qibrisa Rûman Wezîrê Berevanî yê Qibrisê Savvas Angelides, Wezîrê Berevanî yê Yûnanîstanê Panos Kammenos û Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman li ser pêkanîna “mertala parastinê” li hev kirin.
Wezîrên berevaniya hersê welatan tekez kirin, ku di karê ewlehî û berevaniya Deryaya Spî de dê hevkariya wan berdewam bike.
Di dema sempozyomê de Wezîrê Berevanî yê Yûnanîstanê Panos Kammenos axaftinek kir û gef li Tirkiyê xwar. Kammenos got: “Divê ev yek were zanînb, ku eger Tirkiye hewl bide mafên serweriya Qibris û Yûnanîstanê bipirse dê bersiva me pir mezin be.”
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Lîeberman jî ragihand, ku welatê wî giringiyeke mezin dide hevkariya li gel Qibris û Yûnanîstanê.
Lîeberman got: “Em her roj gaveke nû diavêjin û di warê pîşesaziya leşkerî de em ê projeyên pir mezin bi hevre pêkbînin.”
Tê pêşbînîkirin, ku her sê welat li ser pêkanîna manoreke leşkerî li Derya Spî jî rêkeftinekî bidin.
Rudaw
