• Saturday, 31 January 2026
logo

SILÊMANÎ – Festîvala Navdewletî ya Fîlman dest pê kir

Gulan Media October 2, 2016 Hunerî
SILÊMANÎ – Festîvala Navdewletî ya Fîlman dest pê kir
Duh danê êvarî (01-10-2016) Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê bi sponseriya Rûdawê destpê kir.

Nêzîkê 50 stêrkên sînemaya cîhanê ji bo festîvalê hatine vexwendin.

Di festîvalê de, 55 fîlm ji bo wergirtina xelata Sinobera Zêrîn, pêşbirkê bikin.

Ji 105 welatan bi giştî 7 hezar û 500 fîlm ji bo festîvalê hatine şandin. Lê Desteya Rêveberiya Festîvalê biryar da ku 45 kurtefîlm û 10 fîlmên dirêj, bên nîmayîşkirin.

Yekemîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dê heta 4ê Cotmehê berdewam bike.

Nerpirsê Festîvalê Fûad Cemal derbarê festîvalê de ragihandibû ku ew dixwazin bi vê festîvalê sînemaya kurdî ji kerta hikûmetê derbixin û bikin ya kerta taybetî.

Hêjayê gotinê ye ku di sala 2015ê de plana festîvalê hatibû danîn lê jiber krîza aborî, nehatibû sazkirin.

Rudaw
Top