• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka: YPGê qebûl kiriye ku ji Minbicê derkeve

Amerîka: YPGê qebûl kiriye ku ji Minbicê derkeve
Amerîka dibêje hîn jî dema vekêşana YPGê ne diyare
Piştî ku Amerîka û Tirkiyê li ser rewşa Minbicê li hev kirin, Tirkiyê xwest ku YPG ji herêmê derkeve. Amerîkayê jî got ku YPGê qebûl kiriye ku ji Minbicê derkeve.

Di derbarê mijarê de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û wiha got: YPGê qebûl kiriye ku ji Minbicê derkeve. Lê belê em niha nikarin dîrokeke eşkere bibêjin.

Li ser pirsa rojnamevanan, Nauert got ku ez nikarim bibêjim bê niha YPGê li kîjan herêmê ye. Hûn dikarin vê pirsê rasterast ji wan bikin. Di derbarê pêvajoya vekişînê de ez şîroveyan nakim.

Top