• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî nameyek belav kir

Serok Barzanî nameyek belav kir
Serok Barzanî nameyeke sersaxiya bi helkefta koça dawî ya wezîrê darayî yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyîz Talebanî belav kir.

Ev jî deqa peyama Serok Barzanî ye:

Malbata rêzdar xwedê jêrazî Şêx Bayîz Talebanî

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Wezîrê berê yê Aborî û Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Bayîz Talebanî gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û xwe bi beşdarê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û giyanê Şêx Bayîz Talebanî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
21.06.2018

Top