• Thursday, 26 February 2026
logo

Hejmara nû ya Nûbiharê derket

Gulan Media November 28, 2021 Hunerî
Hejmara nû ya Nûbiharê derket

 Hejmara nû ya Kovara Nûbihar ya wêjeyî gihişt ber destên xwendevanên xwe.

Nûbihara ku nêzîkî 30 salan e weşana xwe ya kurdî didomîne û di dîroka çand û edebiyata kurdan de xwedîyê cihekî taybet e, bi hejmara xwe ya 157an derket pêşberî xwendevanên xwe.

Naveroka vê hejmarê jî ji nivîs û vekolînên curbecur yên li ser edebiyat, huner, ziman, dîrok û zanistê pêk tê.

Di vê hejmarê de Îbrahîm Seydo Aydogan, li ser “Di Wêjeya Kurdî de Nûkirina Ceşnên Wêjeyî” nivîsandiye û hin taybetmendiyên sereke nîşan dane.

Rohat Alakom bi ninîsa xwe ya bi navê “Li Pey Şopa Berhemeke Wenda: Pirtûka Dîroka Nûjen ya Kurdistanê” û Rojen Barnas jî bi nivîsa xwe “Hin Şaşiyên Tezên Lîsansa Bilind ên li Ser Helbestên Rojen Barnas”  di vê hejmarê de beşdar in.

Naveroka hejmara 157an a Nûbiharê wiha ye:

Dîwanên Wenda Yên Kurdî M. Zahir Ertekin
Dizê Şevê Berken Bereh
Li Pey Şopa Berhemeke Wenda: Pirtûka Dîroka Nûjen ya Kurdistanê Rohat Alakom
Hin Şaşiyên Tezên Lîsansa Bilind ên li Ser “Helbestên Rojen Barnas” Rojen Barnas
Zahidê Xelwetnişîn Hafizê Şîrazî Wergera Ji Farisî: Hayrullah Acar
Dehlika Mele Şekir Sabri Akbel
Hîva Zîvîn Rojen Barnas
Celadet Bedirxan û Hawar:  Di Wêjeya Kurdî de Nûkirina Ceşnên Wêjeyî - 1 Îbrahîm Seydo Aydogan
Ji Şairên Me yên Mezin ra / Nîvê Jiyanê Friedrich Hölderlin Wergera ji Almanî: Abdullah Încekan
Zûgotinokên Kurdî û di Perwerdeyê de Fonksiyona Wan Murad Celalî
Geşt û Medrese -Bîranîn- Mele Mihemedê Kêrsî
Piştî Apê Kinyaz “Çiyayê Kurdên Sovyeta Berê Hilweşiya” Salihê Kevirbirî
Wensiya Ali Bayram
Deftera Bi Bêhn Leylank Kenan Zelan
Ahmedê Hepo: 86 Salî Me, Her Tişt Wek Doh Tê Bîra Min! Hevpeyvîn: Nihat Gultekin
Ji Pêla Duyem Haîkûyên Heftane û Haîbûnek Sidîq Gorîcan
Di Kurmancî de ketina dengan û kîteyan Nasır Kemaloglu
Şevên Xwe li Navên Te Binivîsînim Bamed Serdar
Zerya Rondikan Kevok Mizgîn
Lêlimin-Lêlimin Ahmed Arif Wergera ji Tirkî: Talat Înanç
Botî Hekîm Meretoyar
Dişewite Xelîl Mihemed Elî Bayram
Mihê Adem Yaşar
Şevîna Xezalan Huseyn Zana
Prensê Kurd e, lê Romanên Xwe bi Frensî û Tirkî Dinivîse!...Rahmetullah Karakaya
Gulin Hene Zana Zengenî
Şêxê min berê we bi ecemê ve bû Azad Rêbiwar
Serlêdana Hefta Şahin Eroğlu Wergera Ji Tirkî: Qedrî Sipranî
“Te Got Kurdî! Ma Çi Hewce Ye!” Yûnis Amedî
Dîlberiyê Dilbiriyê Mazlum Bedri Kirbiga
Dibêjin Evîn Çi ye? Nuri Yalçın
Dayik û Pîrika Bedîuzzeman Nûriye Xanim û Fehîme Xanim Hanifi Taşkın
Şeş Haîku M. Salih Turgut
Ba Cahit Külebi Wergera ji Tirkî: Ebubekir Goren
Helbestek Dixwaze Bibe Roman Reşad Kemal

 

Rudaw

Top