• Thursday, 26 February 2026
logo

Bi video – Li Xurmatû milîsên Heşdî Şeibî bacê ji 80 dukandaran werdigrin

Gulan Media November 27, 2021 Nûçe
Bi video – Li Xurmatû milîsên Heşdî Şeibî bacê ji 80 dukandaran werdigrin

Milîsên Heşdî Şeibî li Xurmatû bacê ji 80 dukandaran werdigrin û yek ji dukandaran jî aşkera kir, hemû serê mehan kesekî ser bi Heşdî Şeibî tê û ji her xwedî dukanekî 175 hezar dînar pare werdigre.

Ew dukan demekî berî naha li ser erdê xezîneya hikûmetê û nêzîk pêşangeha otomobîlên Xurmatû hatibûn ava kirin.

Berî naha wan kasibkaran li ser şeqamên giştî yên Kerkûk – Daquqê kar dikirin, lê piştre Heşdî Şeibî bi zorê ew birin wan cîha û naha mehane bi navê kirêya dukanan bacê ji wan kasibkaran werdigrin, ku piraniya wan dukanan de mirîşk, goşt, sebze û fêkî lê tê firotin.

Yek ji wan dukandaran ku naxwaze navê wî bê aşkera kirin, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dirêjiya piraniya wan dukanan şeş metre ne û paniya wan jî 3 metre ye û xelkê kasibkar tê de kar dikin. Lê pirsgirêka me ew e kesekî ser bi Heşdî Şeibî mehane tê û 175 hezar dînar pare ji me distîne.’’

Herwaha got: Çend carekan me hewl da ku hinekê kêm bikin, lê amade nebûn.

Peyamnêrê BasNewsê li cîhê wan dukanan xwest ji çend dukandarên din jî li ser wê pirsgirêkên nêrînên wan wergire, lê ew amade nebûn biaxivin.

 

Basnews

Top