• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK: Biryara Dadgeha Federalî di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye

PDK: Biryara Dadgeha Federalî di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku biryara îro ya Dadgeha Federalî di berjewendiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge û hêzên herêmê de ye.



Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekê amaje bi biryara îro ya Dadgeha Federalî ya li ser betalkirina yasaya Parlementoya Iraqê ya hilweşandina dengdana taybet a Herêma Kurdistanê kir.



Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed diyar kir: “Piştî gilî û lidûvçûnên me, nekarîn rewatî bi wê biryara hesûdiyê bidin û di encama lêkolîna Dadgeha Federalî de bi berjewendiya xelkê dilsoz ê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên navxweyî biryar derket, ku gilî û helwesta me jî li ser vê mijarê bû.”



Roja pêncşemê 21-06-2018an Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar da ku hilweşandina dengdana taybet, dengên awareyan û dengdana derveyî welat ku Parlementoya Iraqê biryara hilweşandinê dabû, neyasayî ye. Lê belê Dadgeha Federalî biryarên din ên Parlementoya Iraqê yên li ser hemwarkirina yasaya hilbijartinan weke yasayî bi nav kir, ku biryar hatibû dayîn deng bi destan werin cudakirin û dadger têkevin şûna endamên komîsyonê.

Rudaw
Top