Mihemed Wetman: Ewên ku bêrêzî li Ala Kurdistanê kirin xirab kirin
Endamê berê yê rêveberiya YNKê, wan kesên ku li hember Ala Kurdistanê bêrêzî kirine wek xirabkar pênase kirin.
Endamê berê yê rêveberiya YNKê Mihemed Wetman ji BasNewsê re ragehand, ewên ku xwepêşandanên Silêmaniyê de bêrêzî bi Ala pîroz a Kurdistanê kirin, xwandevanên zanko û peymangehan nebûn, kesên xirabkar û tevlihevker bûn. Bi rastî karesate hin kes sivikayiyê bi Ala me ve bikin. Piştî Komara Mehabadê bi hezaran Pêşmergeyên qehreman canê xwe ji bo wê alê dane.
Herwaha got: ‘’Xwepêşanderên rasteqîn bi awayekî şaristanî daxwaza mafên xwe yên rewa, ji bo ku fişarên xwe bihêz bikin û hikûmetê naçar bikin pirsgirêka wan çareser bike hewl didin. Lê kesên xirabkar di bin navê xwepêşandanê de mulkê giştî dişewtînin.’’
Mihemed Wetman got, raste xwandevanên zanko û peymangehan xwepêşandan kirin, lê ‘’Ewên bêrêzî bi Ala Kurdistanê kirine xelkê xirabkar û tevlihevker û kesên kîn di dilê wan de ne li hember herêma Kurdistanê û dixwazin bi wî awayî dijatiya herêma Kurdistanê bikin.’’
Basnews
