• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dadgeha Îtîhadî ya Iraqê hilweşandina dengên taybet ên herêma Kurdistanê red kir!

Dadgeha Îtîhadî ya Iraqê hilweşandina dengên taybet ên herêma Kurdistanê red kir!
Dadgeha Îtîhadî ya Iraqê biryara dawî derbarê hin dozên hatine vekirî de da û biryara dawî derbarê yasaya helbijartina Iraqê de derxist.

Li gor biryara dadgeha Îtîhadî ya Iraqê nûjen kirina yasayê asayî ye û danîna dadweran di cîha berpirsên komîsyonê de jî bi heman awayî yasayî ye û herwaha rê û rêkarên nûjen kirina yasayê jî yasayî ye û destûrî ye.

Di beşeke din a biryara dadgeha Îtîhadî de helwêstê teqez û dawî derbarê madeya 3 a nûjen kirina yasaya helbijartinê ya sala 2013ê ya Iraqê de hate dayîn û bi fermî ew made hate hilweşandin, ku dijbûnek li gel destûra Iraqê heye.

Li gor madeya 3 (Dengdana dervey welat, dengên koçber û penaberan, dengdana taybet li herêma Kurdistanê) hatibûn hilweşandin, lê dadgeha Îtîhadî ew madeye bi temamî hilweşand û dengên taybet ên herêma Kurdistanê ku hatibûn hilweşandin ew yek jî red kir.

Basnews
Top