• Thursday, 26 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Çek civiyan

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û balyozê Çek civiyan

Kurdistan û Komara Çek têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Behsa rewşa Îraqê û deverê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê Peter Stepanovich kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li balyozê nû yê Komara Çek kir û piştîvaniya xwe jî bo cîhbicîh kirina erk û pîwerdariyên wî diyar kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser pêşde birina têkiliyên kevnar yên di navbera Komara Çek, Îraq û Kurdistanê de bi taybetî di warê akademîkî, bazirganî, çandinî û warên ku bo wan cîhê girîngîne kirin.

Rola balyozxaneya Çek ya li Bexdayê, konsulusxaneya vê welatî li Hewlêrê, korona, rewşa Îraqê, encamên hilbijartinan, şerê dijî terorê, metirsiyên DIŞIê û pêşhatên deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Top