• Monday, 02 February 2026
logo

HUNERMENDÊ NAVDAR: Dikarim bi kurdî jî bêjim

Gulan Media September 19, 2016 Hunerî
HUNERMENDÊ NAVDAR: Dikarim bi kurdî jî bêjim
Hunermendê bi navûdeng ê Iraqê Kazim Seher got ku eger besteyeke baş hebe dikare straneke kurdî jî bêje.

Kazim Seher li Lûbnanê derbarê albûma xwe ya nû ya bi navê “Kitêb el hûb” wate Pirtûka Evînê de civînekî rojnamevanî sazkir.

Hunermendê ereb li ser pirsa rojnamevanan a gotina stranên bi kurdî got: “Beriya miha jî min stranên kurdî gotine. Dema ez li Akrê bûn min stranên Meyremê û Hey Mîna gohdar kir û got. Niha jî eger besteyeke baş hebe dikarim dîsa bi kurdî bêjim.”

Albûma Seher ya Kitêb el hûb ji 11 stranan pêk tê. Gotinên stranan piranî yên Nizar Qebanî û hunermend bixwe ne. Sponsoriya albûmê Asiacell dike.

Rudaw
Top