Bi fermana Mesrûr Barzanî bûdceyek bo alîkarîkirina xwendekarên kêmderamed hat terxankirin
Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bûdceyek taybet bo alîkarîkirina xwendekarên kêmderamed hat terxankirin.
Serokê komîsyona perwerde û xwendina bilind li parlementoya Kurdistanê, Ebdulselam Dolemerî li ser facebooka xwe ragehandiye, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdceyek taybet bo wezareta xwendina bilind ya Kurdistanê hat terxankirin.
Dolemerî daye zanîn jî, ew bûdceya han dê bo çareserkirina pirsgirêkên cihê jiyana xwendekaran, dabînkirina xizmetguzariyan bo zankoyan û alîkarîkirina xwendekarên kêmderamed were xerckirin.
Basnews
