• Thursday, 26 February 2026
logo

Alîgirên PKKê "rêbera tundûtûjiyê" didin xwendekaran

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Alîgirên PKKê

Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê "Tevgera Azadî" rêberek ji bo arastekirin û fêrkirina rûbirûbûna li hêzên ewlehiyê amade kirine û didin xwendekarên ku ji bo hinek daxwazên xwe, xwepêşandan li dar dixin.

Belavok bi sernavê "Rêbera Xwepêşander" bi rengê sor hatiye çapkirin û di belavokê de tê gotin: “Her dema em diçin xwepêşandanekê bi heman rêyên wê serdemê diçin û bi radeyekê liv û tevgerên me dubare dibin. Em baş dizanin ku em ê çend şehîdên din jî bidin û her wisa jî bûye, ev ji bilî wê yekê di asta pratîk û rastiyê de daxwazên me nayên cîbicîkirin û weke xwe mane.”

Di rûpela 11an a belavokê de herdû nivîskarên nenas hewl dane xortan, bi taybetî xwendekaran han bidin û desthilata xwemalî û hilbijartî weke neyar û li dijî daxwaza xwepêşanderan bi nav dikin û dibêjin: “Her dem desthilat bi awayekî dirindane ligel xwepêşanderan tevdigere û weke kesên ji kontrolê derketî û divê werin kontolkirin dihesibîne, çi bi rêya azardana wan bi gaza rondikrij be, çi bi rêya desteserkirina wan be, çi bi rêya belavkirina wan û çi bi rêya kuştina wan be.”

Di rûpela 13an de xwendekaran han didin ku dirustkirina rêxistina neyasayî û derketina ji yasayan bifikirin û hatiye gotin: “Xwerêxistinkirin yek ji xalên herî girîng ên nerazîbûnê ye, divê welatiyên beşdar, bi şêwaza bi hev re û bi sîngekî berfireh kar li ser bikin û bi hemahengiyê toreke berfireh a rêxistinî dirust bikin.”

Di rûpela 14an de xortan han didin ku ji bo xwepêşandanê destûr wernegirin û dibêje: “Destûra xwepêşandanê, yek ji hincetên bihêz ên desthilata hikumran e li hember xwepêşanderan. Pirsyara sereke ew e ku gelo pêwîstiya min bi destûrê heye ji bo rêkxistina nerazîbûna cemawerî? Bi kurt û kurmancî; na, çimkî tu bi eslê xwe ji vê desthilatê bi hêrs î, ku çendîn sal in gendeliyê dike û mafên xelkê dixwe û te diçewisîne, bêguman destûr jî nade nerazîbûnê, ku li dijî berjewendiyên xwe be û gef be.”

Li Herêma Kurdistanê ji ber pêwendiyên civakî û sirûşta erdnîgariyê, gelek ji karmendên polî û çalakiyên sivîl, kesûkar û xizm û dostên xwepêşanderan in û karmendên ewlehiyê xwepêşanderan diparêzin û xwe weke dilsozên parastina jiyan û selametiya xwepêşanderan dibînin.

 

K24

Top