Ekterê sînemaya Tirkiyê Tarik Akan koça dawî kir
Tarik Akan di fîlma binavê ''Rê'' ya derhênerê navdar yê Kurd Yilmaz Guney de wek ekterê serekî bû û vê fîlmê di festîvala fîlman ya Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn sitandîbû.
Lîstikvanê navdar yê sînemaya Tirkiyê Tarik Akan li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.Tarik Akan 66 salî bû û ev sal û nîvek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat derman kirin.
Akan di 45 salên lîstikvaniya xwe de di 120 fîlman de lehîst û gelek xelat sitand. Tarik Akan di sala 1971 de destbi lîstikvaniyê kir û demekê di fîlmên komedî û xortan de lîst.
Akan Ji sala 1977 û pê ve di fîlmên cîvakî de rol sitand û di fîlma binavê ''Rê'' ya derhênerê navdar yê Kurd Yilmaz Guney de lîstîkvanê sereke bû. Vê fîlma navdar sala 1982 an de di festîvala fîlman ya Cannesê de xelata Palmîyeya zêrîn sitandîbû.
Tarik Akan bi performansa xwe ya di vê fîlmê de sala 1982 di festîvala fîlman ya Cannes ê de bûbû namzêtê lîstikvanê herî zîrek..
Di vê fîlma ku 17 salan li Tirkiyê hatî qedexe kirin de jiyana 5 girtiyên ku di zindanê de mayîn dihat nîşan dayîn.Yek ji fîlmên herî navdar yên ku Tarik Akan tê de rol sitandî fîlma derhênerê Kurd Yilmaz Guney ya binavê '''Kerî'' bû. Tarık Akan bi rêya rola vê fîlmê wek lîstîkvanê herî baş hat xelat kirin.
Lîstikvan Tarik Akan yê ku bi hesasiyeta li ser rewşa civakê dihat naskirin di heyva Nîsana borî de ji televîzyonekê re gotîbû ''min bi rêya Fîlmên Rê û Kerî yê xwest ez balê bikşînim li ser rewşa Kurdan û xwestîbû sînemaya nû jî li ser vê hesasîyetê bisekine.
Ekterê navdar bavê 3ê zarokan bû, dê roja yekşemê li Stenbolê were veşartin.
K24
