• Tuesday, 17 February 2026
logo

Netewên Yekgirtî daxwaza hilweşandina cezayê Ramîn Hisênpenahî dike

Netewên Yekgirtî daxwaza hilweşandina cezayê Ramîn Hisênpenahî dike
Netewên Yekgirtî daxwazê ji Dezgeha Dadê ya Îranê dike, ku biryara bidarvekirina Ramîn Hisênpenahî hilweşîne.



Karnasên taybet li Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de daxwaz dikin, cezaya bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistaê, Ramîn Hisênpenahî cîbicî neke û bi yekcarî hilweşîne.



Ew karnas dibêjin, di dosyeya Hisênpenahî de yasa hatiye binpêkirin û Ramîn rastî îşkenceyê hatiye û di qonaxa lêkolînê de jî nekariye parêzerê xwe bibîne.



Ew karnasên Netewên Yekbûyî didin zanîn, ku cezaya îdamkirina Ramîn Hisênpenahî li dijî standardên navdewletî ye.



Herweha roja bihorî 19ê Hezîranê, bi beşdariya hejmarek hizênb Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li ber avahiya nûneratiya Netewên Yekbûyî li Hewlêrê civîneke nerazîtiyê hat sazkirin.



Beşdarên wê çalakiyê ji Netewên Yekbûyî xwastin, ku guvaşan bixe ser hikûmeta Îranê, daku cezaya bidarvekirina Ramîn Hisênpenahî cîbicî neke.



Herwiha di wê çalakiyê de malbata girtiyê siyasî yê Kurd, Ramîn Hisênpenahî jî beşdar bibû û ragihand, egera cîbicîkirina sizayê bidarvekirinê ya Ramîn di demeke nêzîk de di holê daye û daxwaz ji rêkxistinên navdewletî û herwha hevwelatiyên navxwe yên rojhelata kurdistanê kirin , bo rêgirî kirin ji bidar vekirina ramîn hewil bidin.



Birayê Ramîn, Refîq Hisênpenahî di daxuyaniyekê de ji medyayan re got: “Tişta ku herî zêde em nîgeran kirine û malbata me zêdetir nîgeran kiriye, şeva bihorî çalakekî siyasî yê îranî bi navê Muhemed Selas hat îdamkirin. Ev yek nîşan dide, ku Komara Îslamiya Îranê guh nade raya giştî û daxwaziyên ku civakên Îranê û Kurdistanê bo rêgirtina ji vê cezayê. Em careke din li ser navê malbata xwe daxwaz ji civaka Rojhilatê Kurdistanê dikin ku êdî dema wê hatiye helwesteke ciddî werbigre.”

Rudaw
Top