• Thursday, 26 February 2026
logo

Di navbera Soylu û parlamenterê CHPê de nîqaşa PKKê

Gulan Media November 23, 2021 Nûçe
Di navbera Soylu û parlamenterê CHPê de nîqaşa PKKê

Di civîna Komisyona Plan û Budceyê ya derbarê budceya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya 2022ê de li ser PKKê di navbera Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û Wekîlê Serokê Fraksyona CHPê de nîqaş derket.

Li Parlamentoya Tirkiyê îro 22ê Mijdara 2021ê, civîna Komisyona Plan û Budceyê ya li ser budceya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bo sala 2022ê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu destpê kir.

Paylan daxwazek ji Soylu kir

Piştî gotara Soylu yekemîn nîqaş û alozî di gotûbêjên Komisyona Plan û Btçeyê de li ser axaftinên Parlamenterê HDPê Garo Paylan ên derbarê netewe de çêbû. Garo Paylan daxwaz ji Wezîrê Navxwe kir ku kesên destê wan di kuştina Sernivîskarê Rojnameya Agosê Hirant Dink de heye eşkere bike ku bi Ermen bû, ligel eşkerekirina navê wî parlamenterê ku serokê yek ji grûpên mafya Tirkiyê Sedat Peker gotibû, mehê 10 hezar dolar mûçe werdigre.

Soylu civîn bicîh hişt

Piştre Suleyman Soylu derbarê rûbirûbûna “terorê” de behsa operasyon û karên ku wezareta wî pêkanîne kir û berê axaftina xwe da Wekîlê Serokê Fraksyona CHPê Engin Ozkoç û got: “Dema ez diaxifim mekene, ez li vê derê behsa rûbirûbûna terorê dikim, em li wê derê şehîdan didin, lê ti dikenê.”

Parlamenterê CHPê bersiva wî da û got: “Ti berê xwe bide gotara xwe û tiliya xwe nehejîne. Bersiva min mede, bêterbiyetiyê neke û heddê xwe bizane. Gelo ez neçar im guhê xwe bidim derewên te.” Soylu jî ji Ozkoç re got: “We hertim ji PKKê deng xwestin. Serokê we yê giştî xwest.” Parlamenterên CHP, ÎYÎ Partî û HDPê rabûn ser piyan û Suleyman Soylu şermezar kirin. Soylu civîn bicîh hişt û serokê komisyona navborî Cevdet Yilmaz navber da civînê û piştre dîsan destpê kir.

Nîqaşên li ser budceyê

Di budceya 2022ê de bo Wezareta Navxwe û pênc saziyên ser bi wê wezaretê. 117 milyar û 457 milyon û 299 hezar lîre hatine veqetandin. Li gor amarên fermî, budceya giştî ya Navxwe ya Tirkiyê û pênc saziyên ser bi wezareta navxwe, dema proseya aştiyê (2014) li Tirkiyê berdewam bû, di gotûbêjên budceyê de bo sala 2015an 29 milyar û 291 milyon û 246 hezar lîre hatin veqetandin.

Sala 2021ê budceya wê wezaretê bi rêjeya %30 hat zêdekirin û 89 milyar û 424 milyon lîre jêre hatin veqetandin. Bo sala 2022ê çar milyar û 69 milyon û 200 hezar lîre bo budceya Wezareta Navxwe hat zêdekirin, bi vê jî di heft salên dawî de budceya Wezareta Navxwe û saziyên girêdayî wê bi rêjeya %300 zêde bûye û gehiştiye 117 milyar û 457 milyon û 299 hezar lîre. Di budceya 2021ê de ji navenda Wezareta Navxwe re 10 milyar û 665 milyon lîre hatin veqetandin, bo sala 2022ê bo 14 milyar û 734 milyon û 260 hezar lîre hat zêdekirin.

Li gor raporta Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê ku di sala 2020an de hatiye belavkirin, di dema pênc salan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 hezar û 365 kesan di rûbirûbûnên çekdarî de canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 986 kes jî birîndar bûne.

 

Rudaw

 


SHARE ON MESSENGER

Top