Li Efrînê monûmenta Newrozê hat jinavbirin
Hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê monûmenta Newroz li nav bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jinav birin.
Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye ragihand ku monûmenta Newrozê ya li Meydana Newroz ji aliyê desthilata Tirkiyê ve li nav bajarê Efrînê hatiye jinavbirin.
Rêxistina navborî dide zanîn ku bi behaneya bilatkirina wê meydanê monûmenta Newrozê hatiye têkdan û navê Meydanê jî hatiye guhertin, û Meydana Newroz ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve bûye Meydana Selahedîn.
Li gorî Rêxistinê, mebest ji berdewamiya siyaseta guhertina demografîk ew e ku Tirkiyê Efrînê bike beşek ji xaka xwe.
Li gundekî Cindirêsê çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtin
Li aliyê din Li gundê Hêkicê ser bi nehyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye ragihand ku roj Înê, 19ê Mijdarê, çekdarên grûpa Seid Bin Ebî Weqas avêtine ser gundê Hêkicê ser bi nehyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê.
Çekdarên grûpa navborî herdu welatiyên Kurd Ferhedîn Ibrahîm, 42 salî, û Şêrzad Ze`îm Hiso, 30 salî, girtine û bo cihekî ne diyar birine. Li gor heman rêxistinê, heta niha çarenivîsa herdu girtiyên Kurd ne diyar e.
Li Efrînê termê pîremêrekî hat dîtin
Hewriha li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, termê pîremêrekî li ser cadeya di navbera Efrînê û Cindirêsê de hat dîtin.
Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ew term ê kesekî bi navê Şihadê Mihemed Şihadê ye û xelkê Qebtan el-Cebel ê gundewarên Helebê ye.
Çavkaniyê diyar kir ku li gor rapora pizîşkê dadwerî, ti nîşanên tundûtîjiyê li ser laşê wî pîremêrî nehatine dîtin.
Heman çavkaniyê got, temenê wî pîremêrî ku Erebekî hawirde ye û ne xelkê Efrînê ye derdora 75 salî ye.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
Rudaw
