• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Mîdyadê cerdevanekî ciwanek kuşt

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
Li Mîdyadê cerdevanekî ciwanek kuşt

Li gundê Mesken ê navçeya Mîdyadê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, cerdevan û mixtarê gund Şîrîn Akçay bi kaleşnîkofa cerdevaniyê ciwanê bi navê Mazlûm Çelîk kuşt.

Li gundê Meskenê di navbera Şîrîn Akçay û Mazlûm Çelîk ji ber sedemeke nehat zanîn alozî derket. Akçay bi kaleşnîkofa cerdevaniyê gule li Mazlum Çelîkê ciwan reşandin û ew bi giranî birîndar kir.

Çelîk li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Termê Çelîk, bo otopsiyê veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Piştî bûyerê hêzên cendirmeyan gund dorpêç kirin. Heta niha nayê zanîn Akçay hate desteserkirin an nehat desteserkirin.

Kesûkarên Çelîk ji medya Tirkiyê re gotine, “Her çi bû em nizanin. Tiştekî rast heye ku Şîrîn Akçay bi çeka ku dewletê daye wî Mazlum kuşt. Niha dê otopsî bê kirin û piştî wê em dê termê wî li gund bi axê bispêrin.”

 

Rudaw

Top