Li Erzeromê erdhejeke din jî çêbû
Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.8 pileya rîxterê erdhej çêbû.
Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand ku li Erzeromê bi hêza 4.8 pileya rîxterê erdhejek çêbû.
Derbarê erdhejê de Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro 22ê Mijdara 2021ê saet 11.31ê li navçeya Avnikê ya Erzeromê bi hêza 4,7ê erd hejiya.
Li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 6,90 kîlometre pêk hatiye û bandora wê li ser navçeyên derdorê jî bûye.
AFADê herwiha diyar kir ku piştî erdhejê heta niha ti agahiyeke neyînî ji wan re nehatiye.
Li Gundê Topcî yê li navçeya Kinikar a Erzeromê jî roja 19ê mehê bi erdhijeke 5.1 pileyê hejjiyabû, di encamê de li wî gundî 6 govên merûmalatî, aşxaneyek û çend xaniyan zerar dîtibû.
