HSDê bajaroka Dişîşa jî azad kir
Ajansa (ANHA) derbasî bajaroka Dişîşa ku duh ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkir bûn.
Nûçegîhanên vê ajansê yên ku hemleya Bagera Cizîrê kêlî bi kêlî dişopîn in ketin bajaroka Dişîşa ya Hesekê ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin û dîmen û wêneyên destpêkê kişandin.
Di dîmenan de xirabî û wêraniya ku çeteyan di bajar de pêk anîn diyar dibe, bi taybet di encama mayînên ku çeteyên DIŞIê li her derê bi cih kiribûn.
Bajaroka Dişîşa ya başûr-rojhilatê Hesekê piştî ku çeteyên DIŞIê li Sûriyê û Iraqê derbeyên giran xwarin wekî bargeha xwe ya sereke bikar anîn. Dişîşa 3 kîlometreyan nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê ye.
