• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Erzeromê welatiyan şeva xwe di bin konan de derbas kirin

Gulan Media November 20, 2021 Nûçe
Li Erzeromê welatiyan şeva xwe di bin konan de derbas kirin

Li navçeya Xortikê ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 19ê Mijdara 2021ê demjimêr 15:40 deqe bi hêza 5.1 pileya rîxterê erdhejek çêbû. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di erdhejê de ti zerarên canî çênebûne lê 45 xanî hilweşiyane.

Welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane bi alîkariya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) kon vedan û şeva xwe di bin konan de derbas kirin, di demekê de ku li navçeyê pileya germê daketiye 7 pile bin sifrê.

Welatî Muhammet Kirmaci got “Xwedê ji wan razî be hatin alîkariya me. Em nikarin îşev li mal bimînin. Ji ber malên me bi qasî ku em nikarin lê bimînin zerar dîtine.”

Herwiha di erdhejê de hejmarek gov û axurên gundiyan jî hilweşiyan û bi alîkariya hev ew ajelên di bin kavilan de mabûn hatin rizgarkirin.

Welatî Tahir Kirmaci dibêje “Min ajêlên xwe diçêrandin, lê zarokên min li mal bûn. Bi telefonê ji min re gotin ku erdhej çêbûye û ez bi lez hatim malê. Mala min û gova min xirabûbû, niha em nikarin li mala xwe bimînin.”

Li parêzgeha Erzeromê erdheja herî mezin 30ê Cotmeha 1983an  çêbûbû û di erdhejê de hezar û 155 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 3 hezar avahî hilweşiyabûn û nêzîka 30 hezar ajel jî ji nav çûbûn.

Top