• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurdekî êzîdî ji tirsa PKKê xwe ji avahiyekê de avêt û mir!

Kurdekî êzîdî ji tirsa PKKê xwe ji avahiyekê de avêt û mir!
Kurdekî êzîdî ji tirsa çekdarên PKKê, xwe ji avahiyekê de avêt û can da!

Welatiyê êzîdî yê bi navê Newaf Heskanî ji BasNewsê re got, birayê min Xelef Heskanî ku çend mehan tevlî PKKê bû û paşê jê veqetiyabû, ji tirsa çekdarên PKKê xwe ji avahiyekê da avêt û can da.

Newaf Heskanî agahiyên zêdetir li ser wê rûdanê da û got, Xelefê birayê min xwedan 5 zarok bû. Ji ber belengaziyê tevlî PKKê bû. Piştî çend mehan me soz da wî ku eger ji PKKê veqete emê alîkariya wî bikin. Bi vî rengî me ew vegerand mal. Lê piştî ku vegeriya, çekdarên PKKê gelek caran ew tehdîd dikirin. Herî dawî dema li Sinûnê bû, du çekdarên PKKê bi otomobîlê li wî digeriyan. Ew jî tirsiyabû û çûbû ba hêzên polîs li avahiya nahiya Sinûnê. Wî nedixwast bikeve destê çekdarên PKKê ji ber wê jî çûbû ser ban û xwe avêtibû erdê û giran birîndar bibû. 20 rojan li nexweşxaneya Mûsilê ma paşê mir.

Birayê Xelef da zanîn, rewşa xelkê devera Şingalê gelekî kambax e û got, rewşa aborî ya kambax xelkê neçar dike her tiştî bikin da ku xwe û zarokên xwe xwedan bikin. Hinek ji aliyê PKKê ve tên xapndin û qedera wan jî mîna birayê min lê tê.

Newaf Heskanî ji mirina birayê xwe bi guman bû û got, piştî ku me ji nexweşxaneya Mûsilê derxist me bir mala wî li Sinûnê. Piştî demek kurt jinbira min telefona min kir got Xelef miriye. Em bi guman in.

Basnews
Top