Axaftina Demîrtaş a TRTê: Ji min ditirsin lewma li girtîgehê me
Axaftina namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a TRTê hat weşandin.
Axaftin û dîmenên Selahattin Demîrtaş ji aliyê tîmeke TRT ya ku ji bo hilbijartinên serokomariyê dixebitin, 12ê Hezîranê li Girtîgeha Edîrneyê hatibûn tomarkirin.
Selahatin Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew zêdeyî 20 mehan e bi awayekî deryasayî hatine girtin û tenê 2 caran derxistine pêşberî dadger û got: “Min bi axaftinên ji wê re kirine tohmetbar dikin. Sedema ku ez li vi rim, AK Partî ji min ditirsî ye.”
Demîrtaş da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku di zutirîn dem de derbikeve holê ti sûcê wî nîne, lê tenê bila meqamên darizandinê hiqûqû binpê neke û piştre gotina yek ji rêberê Kurdan Seyîd Riza ya “Min bi derew û hîleyên we re sereder nekir, ev ji min re bû derd, lê min jî li ber we çok neda erdê, bila ev jî ji we re bibe derd " bi bîr anî û anî ziman ku ew dê ji heqê derewên wan jî derbikeve.
Derbarê rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de Demîrtaş wiha axifî: “Hûn her roj li hemberî zilm û bêhiqûqiyê tên. Ez dibînim û dibihîsim ku jiyana we veguheriye trajediyê. Li hevnekirin û dijmina di nava gel de gelek zêde bûye. Cîrean ji cîran bira ji birayê êdî dikeve gumanê û ditirse. Ji aliyê din ve bê karî, gendelî, enflasyon û her diçe nirxê dovîz zêde dibe û ewşa aboriyê her diçe xerabtir dibe û mercên jiyan jî dijwartir dibe.
Rêvebiriya AKPê di nava koşk û vîlayan de rojên xwe derbas dike û dikeve pê kêfa xwe, lê bi milyonan welatiyên mixtacê nanekê bûne. Ji bo desthilatdariya xwe li ser xwîna zarokên me siyasetê dikin.”
Namzedê HDPê destnîşan kirk u di rejîmên demokratîk de hilbijartin gelekî girîng in û wiha pê de çû: “Biryara we ne bi tenê îro ye herwiha dê bandora wê li ser dahatû we û zarokan we jî hebe. Hûn ê biryara xwe bidin, ka wê piştî 24’ê Hezîranê welat ber bi ku ve biçe. Eger hûn dengê xwe bidin Erdogan û AKPê êdî ew ê qedera welat di destê kesekî tenê de be. Darizandin û zagonan di destê kesekî de be. Qedera 81 milyon kesan dê bikeve di destê kesekî tenê de.
Cîhan dema ku bi rêya demokrasiyê bi pêş ve diçe, ew ê Tirkiye bi rêveberiyeke derveyî serdemê tenê bimîne û ew ê dûrî demokrasiyê be. Ew dê hemû destkeftiyên demokratîk di şevekê de ji holê rakin. Dadgeh û saziyên dewletê dê ji derdê we re nebe derman.Hher tişt dê li gorî kêf kesekî were diyarkirin.”
Demîrtaş ji xelkê xwest ku ew dengên xwe bidin wî û HDPê û wiha domand: “Di 24ê Hezîranê de hûn dengekî xwe bidin HDPê û dengekî xwe bidin Demirtaş. Piştî wê ji me re bihêlin. Vê firsenda ku hûn dersek baş bidin kesên polîtîkayên pola sêyemîn ên xwe rêberê cîhanê dihesibîne ji dest nedin. Ji ber vê yekê teqez herin ser sindoqê û dengê xwe bidin û li sindoqê xwedî derkevin. Bi taybetî ez ji hevalên xwe yên ciwan re dibêjim. Li sindoqan xwedî derkevin û bibin muşahîd. Li ser sindoqan bibin peywirdar.
Ez herî zêde ji ciwan û jinan bawer bûm û bûm namzed. Ez bawer dikim hûn dê bi heman coş û kelecanê li sindoqan xwedî derkevin. Min meraq nekin. Her ku hûn baş bin ez jî baş im. Hûn çiqas azad bin ez jî ew qas azad im. Ne 20 mehan ez dikarim 20 salan jî li vê hucrê bibînim. Lê dîsa serî natewînim.”
Rudaw
