Efrîn... Çarenivîsa pênc welatiyên kurd ne diyar e
Li gor navenda Efrînê ya ragihandê welatiyên bi navên( Ciwan Yûsêf, Hesen Xelîl, Îbiş Mihemed, Welat Tiş û Ewîl Mistefa) di 2 Nîsana bihûrî de, ji aliyê Lîwaya El-Fatêh de hatibûn girtin, pişt re berên wan dabûn gundê Beidîna ya navçeya Recoyê, li wir çaernivîsa wan wenda dibe û heya niha jî ti agahî li ser wan tune ne.
Tê zanîn ku bi sedan ji xort û keçên kurd, li ser destên milîsên bi ser turkiyê bi behaneya lêkolîn û tewanbariyên tevlîbûna nav rêzên YPG û YPJê hatine girtin, û hejmarek mezin ji wan hîn ne diyar e.
Basnews
