Neteweyên Yekbûyî cîh neda daxwaza Kurdan
Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî di civîna xwe ya li New Yorkê de pirojebiryara derbarê erk û desthilatên Misyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) de gotûbêj kir û biryar da. Lê dengdan berovajiyê daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Li gorî projebiryarê, karê sereke ya bernameya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dê dê aştiya siyasî û civakî bibe.
Beriya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeşî Netewên Yekbûyî kiribû û daxwaz kiribû, ku UNAMI di mijara çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û Madeya 140 a navçeyên nakok.
Piraniya endamên Encûmena Asayîşê jî bi erênî pêşwaziya vê pêşniyarê kiribûn. Lê li ser daxwaza Amerîkayê bi awayeke lezgîn projebiryar kete dengdanê û ji lewra jî pêşniyara hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nehate gotûbêjkirin.
Amerîkayê ji ber aloziya li Iraqê û herwiha biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê hilbijartinan de daxwaza bilez gotûbêjkirina bernameya UNAMIyê kir.
Rudaw
