• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kovara TIME: Bûyera Pirsûsê piştî daxuyaniyên Erdogan pêk hat

Kovara TIME: Bûyera Pirsûsê piştî daxuyaniyên Erdogan pêk hat
Kovara Amerîkî TIME di derbarê bûyerên li Pirsûsa Rihayê rûdan de nivîsek belav kir. Kovarê balkişand ser wê yekê ku ew bûyer piştî gotinên Erdogan ên di derbarê HDPê, pêk hat.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê duh parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî li sûka navçeyê di dema xebatên hilbijartinê de li gel esnafên wê derê ku piraniya wan dengdêrên HDPê bûn ketin niqaşê û piştre wê şanda AKPê êrişî esnafan kir.

Di encama wî şerî de yek jê birayê wî parlamenterê AKPê 4 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Kovara navdar TIME jî li ser vê bûyerê nivîsek belav kir û ragihand ku çapameniya dewletê berevajî çavkaniyên herêmî bûyerê nîşan didin. TIME destnîşan kir ku bûyer piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû hilbêjêrên HDPê hildin markajê pêk hatiye.

Nivîsa kovarê wiha ye:

Li gorî ragihandina BBCyê dema parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz serdana esnafan a li navçeya Sirûcê ya bajarê Rihayê ku piraniya niştecihên wê kurd in dikir, pevçûn di navbera wan û esnafan de derket.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Tirkiyeyê Anadolu Ajansi û çapameniyên nêzî hikûmetê; esnafên kurd êrişî parlamenter û kesên pê re bûne kirine û birayê parlamenter kuştine. Lê li gorî ragihandina BBCyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, namzed dema ku bi kêfxweşî nehat pêşwazîkirin, pasevanên parlamenter gule li ser esnafan reşandine.

Basnews
Top