• Thursday, 26 February 2026
logo

Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin

 Di şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenîstanê de ku herî kêm 15 leşkerên Ermenî hatin kuştin, agirbest hat ragihandin.

Rageşiyê li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê duh dîsa zêde bû.

Li gor nûçeya Ajansa Interfax a Rûsî Parlamentoya Ermenistanê ragihand ku di şer de 15 leşkerên Ermenî hatine kuştim. Herwiha di daxuyaniya berê ya Erîvanê de hatibû diyarkirin ku 4 leşkerên Ermenî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, li gor ajansa Tass a Rûsî, rêveberiya Êrîvanê ji bo parastina serweriya axa xwe li hember Azerbaycanê, alîkarî ji Moskowê xwest. Ajansê ragihand ku şer û pevçûnên dijwar li ser sînorê di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam dikin.

Baku: Rewş di bin kontrola artêşa Azerbaycanê de ye

Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê jî ragihand ku li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê ku şer û pevçûn lê qewimîn, rageşî didome û rewş di bin kontrola artêşa wî welatî de ye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê Anar Eyvazli, ragihand ku “artêşa Ermenîstanê ev demek e li ser sînor li ser xeta Laçîn û Kelbacerê çalakiyên provokatîf pêk tîne û diyar kir ku ev provokasyon îro zêdetir bûne û berfirehtir bûne.”

Agirbest pêk hat

Wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Ermenistanê jî ragihandin ku pevçûnên li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê ku leşkerên Ermenî lê hatibûn kuştin, rawestiyane. Rêveberiya Êrîvanê ku ragihandî bû 12 leşkerên wan dîl hatine girtin, ji Rûsyayê alîkarî xwestibû.

Hat ragihandin ku agirbest piştî hevdîtinên Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şorgu bi aliyan re pêk hat.

Wezareta Berevanî ya Ermenîstanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku di hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê hatin kirin de li ser sînorê rojhilatê Ermenîstanê agirbest hat qebûlkirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku "Pevçûnên li Karakîlîseyê rawestiyane, rewş asayî bûye û di bin kontrolê de ye."

Amerîka ji ber şer û pevçûnên dilgiran e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ew ji ber şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bi fikar in û ragihand ku wan ji bo kêmkirina rageşiyê bangî herdu aliyan kir.

Blinken, di daxuyaniya nivîskî de got: “Amerîka ji ber raporên diyar dikin ku îro di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da şerekî giran qewimiye gelekî bi fikar e. Em bangî herdu aliyan dikin ku bila rageşiyê zêdetir nekin û ji bo vê jî gavên berbiçav biavêjin."

 

Rudaw

Top