• Thursday, 26 February 2026
logo

Çîroka jineke Kurd li Efrînê

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Çîroka jineke Kurd li Efrînê

 Li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd ji ber îşkenceya Çekdarên grûpa El Cebhe el Şamiye de bêhiş bûye.

Çekdarên grûpa El Cebhe el Şamiye, ji salek û 8 mehan ve, tevahiya malbateke Kurd ku xelkê gundê Rûta ne, li nahiya Mabata girtî ne.

Gundê Rûta, ser bi nahiyeya Mabata ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye,  malbateke Kurd ji vî gundî rastî karesateke dilhejên li ser destê grûpeke çekdar a girêdayî Tirkiyê hatine.

Ew malbat bi tevahî ku ji 9 kesan pêk tê, di nav de 3 jin û 2 zarok, nîsana sala 2020ê li ser destê çekdarên el Cebhe el Şamiye hatine girtin. Piştî bêhtir ji salekê, 2 jin hatine azadkirin û tevahiya kesên din heta niha bêserûşûn in.

Ji nav girtiyên ku hatine azadkirin, Zelîxe Welîd Omer e, temenê wê 30 sal e.

Tevahiya Malbata wê bi zaroka wê ya 1 salî ve girtî ye. Piştî salekê û 2 mehan bêhiş hatiye azadkirin

Mala wê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatiye desteserkirin. Niha bêhiş û bêkes li kolanan maye

Ednan Mûrad, yasanasê Kurd ku ji heman nahiyeya Mabata ye, ji Rûdawê re hûrkariyên vê çîrokê vegotin.

Yasanas Ednan Mûrad got: “Ev malbateke Efrînî ye û ji gundê Rûta ne. Endamên malbatê ji sala 2020an ve hatine girtin. Çarenivîsa zilaman ne diyar e. Lê 3 jin ji wan hatine berdan û ji ber rewşa dijwar û zindanê bêhiş bûne.

Leyla Mehmûd, endama Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê,ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev jin ji encama îşkencedanê hişê xwe jidest daye.

Ji bilî Zelîxe û xesûya wê, her yek ji hevjînê wê Cengîn Osman Nasan, zaroka wê ya 1 salî, xezûrê wê Osman Nasan, 66 salî, herdu tiyên wê Şiyar Nasan 31 salî û Mihemed Nasan 28 salî, û jin tiya wê Ceylan Hemalo ligel zaroka wê ya şîrmij ji aliyê el-Cebhe el-Şamiye ve hatibû girtin û heta niha bêserûşûn in.

 

Rudaw

Top