Serok Barzanî daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike
Di bersîva pirseke kanala Kurdistan24ê de, ku di riya Nivîsîngeha Ragihandinê ve pêşkêşî Serok Barzanî hatibû kirin, di derbarê rewşa dawî ya Iraqê û qeyrana piştî proseya hilbijartina Encûmena Niştîmanî (Parlemanto) ya Iraqê de rêzdar bi vî awayî bersîvê da:
Piştevaniya her hewleke dilsozane û berpirsiyarane dikin ku ji bo çareseriya vê qeyrana kûr ya niha ya Iraqê be û bi taybetî çareseriya destûrî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dixin rû.
Hêvîdar in piştî cejnê hemû aliyên siyasî beşdarî guftûgoyeke binyatner bikin, ji bo gihîştina çareseriyekî aştiyane û guncaw ku li berjewendiya hemû gelên Iraqê û li ser bingeha bi cîhkirina destûrê be.
K24
