• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pişka Herêma Kurdistanê di proseya Heca îsal de zêde dibe

Pişka Herêma Kurdistanê di proseya Heca îsal de zêde dibe
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, Siûdiyê rêjeya pişka Iraqê bo proseya hecê ya îsal zêde kir, di wê çarçoveyê de nêzîkî 600 pişk ber herêma Kurdistanê jî dikeve.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand ku, hikûmeta Siûdiyê biryar da, 4 hezar pişka heca isal ji Iraqê re zêde kir, herêma Kurdistanê jî (500-600) pişk lê zêde dibe.

Herwiha got ku, heta niha li ser vê yekê ti zanyarî negeştine destê wan , lê dikeve çarçoveya heca bazirganî ku, nirxê wê dike 8 hezar dolar.

Basnews
Top