• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Efrînê çekdaran jineke kurd kirin armanc

Li Efrînê çekdaran jineke kurd kirin armanc
Çalakvaên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên ku li ser destên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li dijî sîvîlan tên kirin, belgekirin.

Li gor hatiye belgekirin ku jina kurd a bi navê Bedîe Mihemed, 64 saliye, pêr bi şev, li bajêr, rastî êrîşa komeke çekdar hat, ango wan çekdarên xwe di ser dîwarê mala wê re avêtin û derbasî hundir bûn, bi qundaqa kilanşîkovê li seriyê wê dan, devê wê girtin û pişt re zêrên wê ji destan derxsitin, dizîn û ew li şûn xwe hêştin.

Li gor gotina Bedîeyê, wan çekdaran serên xwe nuxumandibûn û hejmara wan çar kes bûn, wan bi armanca diziyê xwestibûn wê bikujin.

Tê destnîşankirin ku di destpêka vê hefteyê de, çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li navçeya Şiyê hejmarek ji jinên kurd dabûn ber lêdanê, ango ewana bi daran li bin lingên wan dan û ev bû sedem ku heya niha jî rewşa netebatiyê li wê navçeyê bidome.

Basnews
Top