• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Rihayê şer; Yek jê birayê parlamenterê AKPê, 4 kes hatin kuştin

Li Rihayê şer; Yek jê birayê parlamenterê AKPê, 4 kes hatin kuştin
Li Rihayê di navbera du koman de şer derket û di encamê de yek jê birayê parlamenterê AKPê 4 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest şandeke ku parlamenterê AKPê yê Rihayê İbrahim Halil Yıldız jî di nav de bû li navçeya Pirsûs a Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana dikandar û xelkê dikir. Hat zanîn ku dikandarekî bertek nîşanî wê şanda AKPê daye û gengeşî di navbera aliyan de rû daye, lêbelê bi navbeynkariya xelkê deverê ew bûyer mezin nebûye.

Lêbelê tê gotin ku kesek ku di wê gengeşiyê de birîndar bûbû, piştî demekê ligel xizmên xwe vegeriya û piştre koma AKPê û koma din bi çekan êrişî hevdu kirin.

Li gor agahiyên berdest di encama vî şerî de birayê parlamenterê AKPê yê Rihayê İbrahim Halil Yıldız yê bi navê Mehmet Ali Yıldız di nav de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn.

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya piştrast kir ku yek ji kuştiyn birayê parlamenterê AKPê ye û got, "Ez bi rêya telefonê li gel İbrahim Halil Yıldız axivîm. Birayekî wî hatiye kuştin û 2 jê giran 4 birayên wî jî birîndar in."

Basnews
Top